Print this page

Serokê ENKSê: Me nameyekî nerazîbûnê ji Ewropa û Amerîkayê re rêkir

 

Rojava News: Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) amaje bi vê dike ku dewletên Ewropayê û hêzên hevpeyman û Amerîka agahdar kirine ku, PYD Kurdistana rojava karên pir metirsîdar dike.

20.11.2016ê serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragehand ku: ‘’Îro me nameyek agahdarkirinê rêkire Cenewê, Ewropa û Amerîkayê ku di nameyê de gazind û nerazîbûnên xwe yên li dijî PYDê me nivîsandin.’’

Herwaha aşkera kir, ew alîkariyên leşkerî yên ji PYDê re tê dayîn li dijî gelê xwe bikartînin.

Îbrahîm Biro herweha got: ‘’Em li benda bersiva hevpeymananin. Ew jî naha hinek aliyan de çavê xwe li rewşa herêmê û Sûriyê digrin, ji ber PYD li dijî DAIŞê şer dike. lê bi piştrastî ve em dibêjin pir caran ji me re û hemû aliyekê re gotine gelek têbînî li ser PYDê hene.’’ Herwaha got: ‘’Siyaseta PYDê ber bi metirsiyê ve diçe. ‘’