11:54:57
Rojava News: Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir, cîha ku êzdî ji Kanada û welatên derve re bên veguhestin, ew dewletane alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin, ku Şingal bê ava kirin. hikûmeta Kanada biryar daye 10 hezar hemwelatiyên kurd ên êzdî bo welatê xwe veguhêze, lê ya herî baş ew e ji bo ava kirina Şingalê kar bê kirin.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re diyar kir, heta naha ti welatek razîbûna xwe diyar nekiriye ku Şingal bê ava kirin, em dixwazin Şingal bê ava kirin û dewletên cîhanê alîkariya êzdiyan bikin bo ava kirina Şingalê û piştre xelk azade li Şingalê bimîne yan biçin Kanada. Herkesekî bixwaze biçe dervey welat azade, lê divê bi awayekî piraniya êzdiyan wê biryarê bidin û li ser xwasteka xelkê êzdî ev veguhestina derve pêkbê.
Herwaha got, cîhê resen ê êzdiya Kurdistane. Êzdî bêhtir li herêma Kurdistanê bicîh bûne. Em daxwazê dikin alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bê dayîn ku Şingal, Başîk û Behzanî bê ava kirin.