Print this page

Endamekî PDK-Sê li Dêrikê hate binçavkirin

11:27:28

 

Rojava News: Endamê Komîta Herêmê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Ebdilfetah Îsa ji aliyê Asayişa Dêrikê ve hate binçavkirin.

Berpirsa Rêxistina PDK-Sê li bajarê Dêrikê Besê Ebdê li  ser rûpela xwe ya “Facebook” belav kiriye ku, îro demjimêr 19:30 endamê Endamê Komîta Herêmê ya wê partiyê Ebdilfetah Îsa ji aliyê hin kesên rûnixumandî ve hatiye revandin.

Eve demeke endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê asayişê ve li Rojavayê Kurdistanê têne girtin û zîndanîkirin. tevî serbest berdana çend kesan, heta niha bihtirî 40 kesên din girtî mane.