11:44:30
Rojava News: Berpirseka PYDê li herêma Efrînê ya Kurdistana Rojava di encama êrişa balafirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî ragihandinên nêzîkî PYDê: berpirseka PYDê bi navê Fatma Silêman, ku endama rêveberiya dezgeha PYDê ya bi navê “Kongreya Star” li devera Cindirêsê ya Efrînê bû, jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin ku ew berpirsa PYDê çend roj berê di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de birîndar bibû û ev 10 roj bûn li nexweşxanê dihat dermankirin.