Print this page

Artêşa Tirkiyê Zaxoyê topbaran dike!

11:57:37

Rojava News: Topxaneyên artêşa Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Hate ragihandin îşev topxaneyên Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina sînorê bajarokê Batîfa yê girêdayî navçeya Zaxoyê kirine û hîn topbaran didome.

Li Gundê Bankê yê ketiye ber topbaranê 20 mal hene ku dibe di encama topbarana Artêşa Tirkiyê de were valakirin û rûniştvanên gund bo parastina canê xwe ji gund derkevin.

Hatiye zanîn, artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên leşkerî yên PKKê gelek caran sînorê herêma Kurdistanê topbaran dike ku ziyanên canî û madî li ser gundewarên herêma Kurdistanê jî çêdibin.

Heta vê kêliyê li ser ziyanên topbarana îşev agahîyên zelal bi dest neketine.