Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva gefên serkirdeyekî şîe yê Iraqê li hember Kurdistan û Pêşmerge da.
Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah, bi daxuyaniyeke nivîskî de bersiva serkirdeyê şîe yê Iraqî Baqir Cebir Solax da ku gefa standina Başîkê ji Pêşmerge xwariye.
Bersiva Dr. Umêd Sebah wiha ye:
“Hejmarek ji sazî û dezgehên ragihandinê û torên civakî daxuyaniyek belav kirine ku qaşo birêz Baqir Cebir Solax di gotarekî de bi navnîşana “Qadimûn ya Beişîqe” (Ey Başîk! Em va tên!) gef li hêzên Pêşmerge xwariye û tê de wiha bersiva daxuyaniya hinek kesan di derbarê mayîna Pêşmerge li wan navçeyên ku bi destê wan (Pêşmerge) hatine rizgarkirin, hatiye nivîsîn: “Em niha xwedan artêşeke bihêz û Heşda Şeibî ya bihêz in û ti sînor û astengek nikare wê bide sekinandin.”
Lê belê bi mixabinî piştî derbasbûna çend rojan li ser van axaftinan ku bi navê wî serkirdeyê Encumena Bilind a Îslamiya Iraqê, ku di navbera me û wî de peywendiyeke dîrokî û kevin û têkoşerane heye, hatiye belavkirin, me tidaxuyaniyek ji bo derewandina wê daxuyaniya nedît. Eger nûçe rast be û ew daxuyanî li ser zimanê wî birêzî hatibe belavkirin, em dîsa li ser peywendiya dîrokî û kevin ya di navbera xwe û wî de rijd in. Eger hêzên Pêşmerge û mêrxasiya wan nebûya, hêzên Iraqî bi tenê nedikarîn wê serkeftina îro tê dîtin, tomar bikin, hêzên Pêşmerge di vê operasyonê de karîn hêlên berevaniya terorîstên DAIŞê bişkênin û wisa bikin ku operasyona “Qadimûn ya Nînowa” (Ey Nînowa! Em va hatin!) bidome.
Eger xwediyê vê daxuyaniyê dixwaze bi vê gefê şerekî zalimane derxîne , bila bizanin ku di dîroka me de gelek mînakên wiha hene, gelek dûr jî nîne, va ye dîrok şahidê mînaka Seddam Husên û çekên wî yên komkuj û cebilxaneyên wî ye. Mînakek din rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye ku hovîtiya wêgelekî ji ya Seddam zêdetir e. Lê hemû li çiyayên serkêşên Kurdistanê hatin şikandin.
Gelê me bergiriyê li şaristaniyet û mirovayetiyê dike û her kesek bixwaze bextê xwe li gel me biceribîne bike em dibêjin ku çiyayên me yên serkêş hê jî li cihên xwe ne.”