11:07:54
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li bajarê Enqere di civînê de ne.
Îro sibehî saet 9.30 civîna Nêçîrvan Barzanî û Binalî yildirim destpê kir û heya niha berdewam e, got jî rewşa navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û operasyona kontrolkirina Mûsilê mijarên sereke yên civînê ne.
Piştî civîna digel serokwezîrê Tirkiyê li Enqere, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Stenbol dike û dê digel serokomarî wî welatî Recep Tayyip Erdigan jî bicive.
Hat zanîn wê civîn di derbarê rewşa siyasî, emnî û aborî ya Tikrkiyê û Herêma Kurdistanê tê behskirin.