Print this page

Bombek bi kerwanê pêşmerge ve teqiya

11:59:03

 

Rojava News: Bombek bi kerwanek hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di başûrê Kerkukê ve teqiya û bû sedema birîndarbûna Fermandarekê û du pêşmergeyan.

Berpirsê birêveberê polisê qeza û nehyên Kerkûkê, emîd Serhed Qadir di daxuyaniyek çapemenî de ragehnad, ku îro 23.11.2016 danê sibê bombek li nêzîkî gundê Ezîziye ser bi bajarokê Daqûqê bi kerwanek pêşmerge ve teqiya.

Wî berpirsî herwaha ragehand ku bi sedema teqîna wê bombê, Fermandarek bi pileya Eqîd bi navê Cemal Mihemed û du pêşmergeyên din birîndar bûn.

Li gor gotina wî berpirsî hêzên ewlehî dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine û hawîrdora wê navçê dorpêç kirine.