Print this page

Li Minbicê tangeke din a artêşa tirk hate rûxandin!

13:10:24

 

Rojava News. Piştî ku artêşa tirk tevlî hêzên beşdarî operasyona Mertalê Firatê dibin êrîşî Minbicê kirin, sêyemîn tanga artêşa tirk ji hêla şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rûxandin.

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin; piştî êrîşên artêşa tirk, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên artêşa tirk de pevçûn diqewimin.

Hat zanîn berî niha jî 2 tangkên Tirkiyê hatibûn ruxandin,  îro ji di navbera gundên Bêşemêlê û Cibildemê de tanga sêyemîn a artêşa tirk hate rûxandin.

Ji aliyê Tirkiyê ve ew nüce hîna ne hatiye sererastirkirin.