Rojava News: Şîrketa Google'ê zimanê kurdî jî li beşa “Google Translate” zêde kir.
Ev demekî dirêj bû kurdan hewl didan ku zimanê Kurdî jî têkeve nav zimanên Google Translate'ê û ser înternetê gellek caran kampanya dihatin lidarxistin.
Kampanyayê kurdan di dawiyê de Google'ê razî kir û îro di Google Translate de zimanê Kurdî jî tevlî zimanên din ên cîhanê bû.
Nayê zanîn ku dê kengê Google beşa Kurdî ya di Google Translate'ê de çalak bike.