Print this page

Mehabad: Kurdek hate darve kirin

13:01:59

 

Rojava News: Saziya dadweriya hikûmeta Îslamî ya Îranê li bajarê Mehabadê hikmê darve kirinê bo hemwelatiyekî kurd ê xelkê bajarê Serdeştê birî.

Li gor nûçeya ajansa Kurdpa, saziya dadweriya hikûmeta Îranê li Mehabadê, hemwelatiyekî bi navê Cemşîd Tehamî, li zîndana navendî ya bajarê Mehabadê darve kir.

Cemşîd Tehamî zewiciye û xwediyê sê zarokane û ji sala 2014ê ve bi tometa kirîn û firotina madeyên hişber ji aliyê dadgeha bajarê Mehabadê ve li zîndanê dihate girtin.

Di dema dadgehê de, derbarê hurgiliyên dosyaya navborî de, ti zanyariyek nehatiye bidest xistin. Li gor gotinên yek ji kesên nêzîk wî hemwelatiyê kurd, ku hatiye darve kirin, di dema dadgehkirinê de ew tometên ku li ser Cemşît Tehamî hatibûn, hemû red kirine û gotiye ti tewanekîmin ê waha pêknehatiye.