Print this page

London: Kombûneke girseyî ji bo piştevaniya Pêşmerge dê vere lidarxistin

 

13:11:42

Rojava News: Li Londona paytexta Brîtaniyayê dê ji bo piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li şerê dijî DAIŞê kombûnek girseyî dê bête lidarxstin.

Di daxuyaniyê de ku ji  aliyê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye belav kirin, kombûna girseyî bi hevkariya Komelên Kurdistanî, bên navê “Pêşmerge em te ji bîr nakin” tê lidarxistin.

Herwek nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniyê ragehandiyê kombûna girseyê di demjimêr 1:30 heta 2:30 roja çarşemiyê 30.11.2016ê li ber derê sereke yê encûmena Londonê yê bête lidarxistin.

Nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê bangî hemû Kurdistaniyan dike ji bo beşdarbûnê di wê kombûnê de û herwaha tekezî jî dike ku beşdarîkirin nîşana pêzanîn û dilsoziye, ji bo Pêşmerge û şehîdên Kurdistanê.

Nav û nîşana kombûnê

Old Palave Yard, London Postcode SW1P3JY