Print this page

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya civata xwe yaberferh li darxist

6:58:23 PM

RojavaNews: Îro 25ê meha 11an 2016 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya li bajarê Qamişlo civata xwe ya yekemîn ya berfereh  lidarxist.

Piştî xuleyek bê deng li sergiyanên pakrewanan ,û gotina serokatiya yekîtiyê mamoste Wezna Hamid ,û destnîşankirina desteyek rêvebir ji Razgirê Yekîtiyê mamoste Torçîn Reşwanî ,ber pirsê ragihandinê mamoste Mihemed Ebdê ,û cîgirê seroka Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif ,û bi amadebûnadesteyênrêvebiryên heft şaxên Y.N.K.S.

Civat  li ser van xalan hat li darxistin:

1-Xwendina raporên şaxan(Tevlî rapora şaxê herêma Kurdistanê).

2-Nirixandina pêvajoya Y.N.K.S di qûnaxa bihûrî de.

3-Pêşniyarên ji bo paşerojê.

4-Warê rêxistinî.

5-Mafên nivîskaran di warê nivîs û weşanê de.

6-Rewşa govara Yekîtiyê (Pênûsa Azad).

7- Dana nasnameya endamtiya rûmetî.

8-Rewşa desteya nirixandinê.

9-Çapkirina pirtûkên endaman.

10-Rexne û pêşniyar.

Piştî pejirandina pêşniyarên pêwîst û giring gelek xal hatin veguhestin ji desteya rêvebir re ji bo cî bi cîbikirinê û ne derengxistina kar.

Di dawî de bi hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya di xizmeta wêjeya Kurdî de civat hat bi dawîkirin.

YekîtiyaNivîskarênKurdistanaSûrya

Qamişlo

25-11-2016.z