Print this page

Li Til Temirê çend imarên çekan ên YPGê teqiyan

00:22:52

 

Rojava News: Li bajarokê Til Temêrê yê Hesekê li Kurdistana Rojava, çend imbar û depoyên çekan ên YPGê teqiyan.

Îro li bajarokê Til Temêrê, dengê çend teqînên mezin hat bihîstin.

Derheqê wan teqînan de, Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, çend imarên çekan ên YPG û hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Til Temirê teqiyan.

Li gorî agahiyên wê saziya sivîl, di encama wan teqînan de komek şervanên YPGê birîndar bûne.

Ajansa Reutersê jî ji zarê rayedarekî YPGê li bajarê Hesekê ragihandiye, ew imbarên ku teqiyane ji aliyê efserên Amerîkî ve dihatin birêvebirin.

Heta niha nayê zanîn imarên han, teqiyane yan jî hatine teqandin.