2:15:15 PM
RojavaNews: Duh roja Yekşemê 27 . 11 . 2016 Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqratîk PYD Serkerdeyê Tevgera Çaksaziya Kurd û Nûnerê ENKS li Herêma Kurdistanê Cedean Elî li gundê Elwankê yê bi ser devera aliyan ve girtin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin ku , çekdarên PYD êrîşî konê behêdariya zavayê Cedean Elî kirin û, ew girtin bê ku sedema girtina wî diyar bikin.
Her li gor wan agahiyan ku Cedean Elî roja Pêncşema bûrî ji herêma Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Tê zanîn ku çekdarên PYD di 24 . 8 . 2016 an de rê nedan Cedean Elî ku serdana Rojava bike.