Print this page

Hevşaredarên navçeya Malazgir ya Mûşê hatin girtin

12:46:00

 

Rojava News: Hevşaredarên navçeya Malazgir ya Mûşê Halîs Coşkun û Memnune Soylemez hatin girtin.

Hevşaredarên DBP yên navçeya Malazgirê û endamekî DBP ku 18'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, şeva bihurî li Malazgirê derketin pêşberî dadgehê û bi tometa endamtiya PKK hatin girtin.

Ji 11'ê îlonê ve bo 3 bajarên mezin, 5 bajar bi giştî 35 şaredariyên DBP qeyum hatin erkdarkirin û 38 şaredar hatin girtin. Derbarê 7 hevşaredaran de jî biryara girtinê hatiye derxistin.