Rojava News. Li bajarê Efrînê yê Kurdistana Rojava, du endamên PDK-Sê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin.
Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) li Efrînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, şeva borî li gundê Dêrsiwanê hêzên asayişê bi ser mala endamê PDK-Sê Mistefa Selîm Hisên de girtin û ew revandin.
Herwiha li gor daxuyaniyê, ku hêzên asayişa li navçeya Reco endamê heman partiyê û endamê Komela Buhar ya xêrxwaziyê Fêsel Reşîd jî binçav kirin.
PDK-Sê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku asayişa Efrînê li çaterêyên gundan xalên pişknînê datîne û bi hinceta erkê xweparastinê bi dehan xor û keç bi neçarî digirin û berve cihên nediyar dibin.
PDK-Sê daxwaz ji hemû rêxistinên yasayî yên Kurdî û navdewletî û Herêma Kurdistanê kir, ku fişarê li desthilata ku li Kurdistana Sûriyê heye bikin, PYDê bi kiryarên xwe Efrîn kiriye leşkergehek, nexasim ku niha di werzê çinîna zeytûnan de bacên giran li welatiyên Efrînê distîne.