Print this page

Asayişa PYDê 3 girtiyên siyasî yên kurd serbest berdan

 

Rojava News: 2 serkirdeyên kurdî Rojava, Hewas Egîd û Ced'an Elî û endamekî PDK-Sê yê bi navê Mesûd Hemdo ji alyê asayşa PYDê ve serbest doh (30 11 2016) hatin berdan.

Her yek ji Hewas Egîd endamê desteya îtîlafa Dijbereya Sûriyê, Ced'an Elî endamê serkirdatiya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê, û Mesûd Hemdo endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê ji aliyê Asaişa PYDê li Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê serbest hatin berdan.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Hewas Egîd duh roja duşemiyê ragihandibû ku hêzên Asayişa ser bi PYDê ve Hewas Egîd girtine.

Berî rojekê ji girtina Hewas Egîd, hêzên Asayişa ser bi PYDê ve Ceidan Elî girtibûn, ku ew jî nûnerê heman partiyê ye li Herêma Kurdistanê û yek ji serkirdeyên Partiya Çaksazî ye.

Sedema çûna herdû serkirdeyên partiya navborî ew bû ku beşdariyê di kongreya Partiya Çaksaziyê de bikin ku dihate pêşbînîkirin di van çend rojan de hatiba lidarxistin.

Di çend rojên borî de asayişê 4 serkirdeyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê serbest berdan, lê hîna bêhtirî 30 serkirde û endamên Encûmena Kurdî li Sûriyê ENKS di zindanên asayişa PYDê de mane.