Rojava News: Komek kurdên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin azadkirin.
Berpirsê azadkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî got, îşev 6 kurdên êzîdî li derdora bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Husên Qaidî her wiha got, ewên ku hatine rizgarkirin, 2 jin û 4 zilam in û hemû jî xelkê gundê Til Qesepê yê Şingalê ne.
Wî rayedarê êzîdî da zanîn ku ew revandiyên êzîdî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û bi alîkariya ofîsa azadkirina kurdên êzîdî hatin rizgarkirin.
Heta niha derdora 3500 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de mane, 2800 kes jî hatine azadkirin.