11:46:29
Rojava News: Pastarên Îranê li ser sînorê Merîwan û Başurê Kurdistanê komek kolberê Kurd gulebarankirin 5 kes bûne qurbanî.
Li gor raporta malpera mafê mirovan(Hengaw) duh êvarê 29.11.2016ê hêza Sipaha Pasdarên Îranê karwaneke kolberên kurd li navçeya sînorê Merîwanê kirne hedfa fîşekên xwe û di encam de birîndar û kuştî çêbûn.
Çar kes ji wan kolberane birîndar bûn û kesekê jî jiyana xwe ji dest daye.
Heta niha nasnaneya wan kesên ku birîndar bûne diyar nebûne lê belê kesê ku jiyana xwe ji dest daye, navê wî Kemal Bamerz e û temenî wî ji 27 salî ye.
Li gor zaniyeriyên herêmî rewşa birîndaran bi tayber yek ji wan ku ji aliyê singê xwe ve birîndar bûye xirabe û birine nexwaşxana bajarê Sine.
Di destpêka payîza îsal ve heta niha li gor malpera mafê mirovan 7 kesan ji sînoran de bi fîşekên hêzên ewlehî yên Îranê, jiyana xwe ji dest dane.