Print this page

Barzanî: Ji ber krîza darayî, şiyanên hikûmetê yên alîkariyê sînordar in

13:13:56

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê kir û got; “Ji ber krîza darayî, şiyanên hikûmetê yên alîkariyê sînordar in.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemê (29-11-2016) li Hewlêrê pêşwazî li Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Siyasî Miroslav Jenca û Nûnerê Taybetî yê NY li Iraqê Jan Kubis, kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî got; “Herêma Kurdistanê herdem bûye stargeha koçber û lêqewmiyan. Lê ji ber krîza darayî şiyanên hikûmetê ji bo alîkariyê bi sînor bûne.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku pêwîste civaka navdewletî raste rast an jî bi rêya NY alîkariyê bide hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got; “Di çend mehên derbasbûyî de, ji aliyê leşkerî ve di navbera herdu aliyan de hemahengiyeke baş hebû û di encamê de li hember terorîstan serkeftinên mezin hatine bidestxistin.”   

Barzanî amaje bi pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê jî kir û wiha pêde çû:

“Di mijarên din de hemahengî û hevkarî negihiştine wê astê. Lê weke Herêma Kurdistanê em amade ne pirsgirêkên xwe yên ligel Bexdayê, bi rêya diyalog û ji hev fêmkirinê çareser bikin.”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Siyasî Miroslav Jenca jî tekez kir, ku dê hewlên NY, ligel civaka navdewletî, ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin û got; “Em ê hewl bidin alîkariyeke zêdetir bigihînin koçberên li Herêma Kurdistanê.”

 

Jenca herwiha diyar kir, ew hêvî dikin piştî nemana DAIŞê koçber vegerin malên xwe û ji bo parastina aştî û bi hevre jiyana pêkhetayên cuda, projeyek bê amadekirin.

Miroslav Jenca destnîşan kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew amadene navbeynkariyê bikin.