Print this page

ENKS dîsa li dijî PYDê dadikeve kolanan

23:24:51

 

Rojava News: Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, dê roja îniya bê li dijî girtina endam û serkirdeyên xwe ji aliyê asayişa PYDê ve xwepêşandan bikin.

Ev demek dirêj e serkirde, endam û alîgirên partiyên siyasî yên kurdî li Kurdistana Rojava di bin zordarî û guvaşa tund a PYDê de ne. Roj nîne asayişa PYDê wan negire û neêşîne.

ENKS û partiyên endamên wê jî ji her kêliyekî sûd werdigirin bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember wê siyaseta PYDê.

ENKSê daye zanîn ku roja îniyê (2 Kanûnê) dê li bajarê Qamişlo li dijî girtina endam û serkirdeyên xwe xwepêşandan bikin.

Li gorî agahiyên ENKSê, heta niha herî kêm 20 serkirde û endamên wan di girtîgehên PYDê de ne.