Print this page

Hîna 20 endamên ENKSê di zindanê PYDê de ne!

23:53:43

 

Rojava News: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja Înê destnîşan dike ji bo lidarxistina xwepêşandan û girevgirtinê ji bo serbestberdana girtiyên xwe yên ji 15 Tîrmehê ve ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin.

Rêveberiya Xweser ku sedemên girtina siyasetmedarên ENKSê vedigerîne, ku ENKS bêyî wergirtina muhletê xwepêşandan birêve dibe. ENKSê jî dibêje ew ti muhletan ji desthilateke ne rewa wernagirin.

Heta niha Berpirsê Rêveberê yê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)  Mihemed Îsmaîl digel çend endam û alîgirên din yên ENKSê girtî ne.

Tevî serbestberdana hejmarek mezin ji girtiyan, lê heta niha bêhtir ji 20 alîgir û endamên ENKSê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.