Print this page

Dîplomatekî Amerîkî: Hemû taybetmendiyên dewletê di Kurdistanê de heye

Rojava News: Dîplomatekî berê yê Amerîka dibêje, Herêma Kurdistanê xwedan taybetmendiyên dewletê ye û di rêveberiya nû ya Amerîka hinek kes alîgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

Dîplomatê berê yê Amerîka Pîter Galbrêt ji televîzyona K24 re gotiye, Herêma Kurdistanê dê di nav çend salan de serbixwe bibe çimkî tevahiya taybetmendiyên serxwebûnê tê de heye.

Wî dîplomatê berê yê Amerîka her wiha gotiye, di rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Donald Trump de jî hinek kes hene alîgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.