13:24:13
Rojava News: Rêxistina DAIŞê bi rêya xwekujekê xwe tankereke veguhestina neftê ku hatibû bombekirin li taxeke bajare Mûsilê de teqand.
Îro danê sibê 03.12.2016ê, DAIŞê tankereke bombekirî li taxa Qadisiyê ya Mûsilê de teqand.
Li gor agahiyên destpêkê, di encama teqîna tankerê de, 24 kuştinî û hejmarek zêde jî birîndar hene.
Taxa Qadisiyê heyama çend rojane, di çarçoveya operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê de, ji destê DAIŞê ve, hatiye azadkirin.