5:26:11 PM
RojavaNews: Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurd , di daxuyaniyekê de got , ku piştî ENKSê biryar da ku xwenîşandana xwe ya duh ya şermezarkirina girtina PYD ji serkird û Endamên ENKSê û , kiryarên wê yên ne berpirsyar, şermezar bike, Partiya PYD hijmarek alîgirên xwe ji kur û keçan anîn cihê kombonê, ji bo destdirêjî li ser xwenîşanderan bikin mina kiryarên rêjîmê yên berê li dijî xwenîşanderan, û di dema kombûna xwenîşanderan li pêş Ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistanê – Sûriyê , û xwendina daxuyaniya ENKS ya paşxistina xwenîşandanê, komeke bi ser PYD ê ve êrîşî xwenîşanderan kirin, bi gotinên nebaş û lêxistin û parçekirina Ala Kurdistanê .
Endamên ENKSê hewla aramkirina rewşê û dûrxistina alîgirên xwe kirin, tevî wê yekêjî hijmarek Kes li ser destê alîgirên PYDê birîndarbûn , bi birînên giran û ji kesên birîndarbûyê yên hatin naskirin evin: Ebdilqadir Hîvo , Sabir Ibrahîm , Hemrîn Haco , Xalid Emîn û zarokê bi navê Hewlêr Mizgîn Remedan, piştî wê yekê jî komeke bi ser PYDê ve êrîş bi ser Ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurd li Qamişlo , û hemû kel û pelên wê têkşkandin .
Emîndariya ENKSê di daxuyaniya xwe de bi tundî ew kiryar şermezar kir , û bilindkirina asta kiryarên PYD û alîgir û Şebîheyên wê û hewla vêxistina agirekî di nava xelkên yek taxê û yek malbatê jib o windakirina neserkeftina xwe di hemû astande wesfi kir.
Di dawiya wê daxuyaniyê de emîndariya Giştî got ku kiryarên PYD tucarî nikarin vîna ENKSê pişkine .