Print this page

Nûrî Birîmo: Li Rojava alaya Kurdistanê tê şewitandin ya Sûriyê azad e!

 

Rojava News: Endamekî rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, rêjîma Sûriyê ferman daye PYDê tevahiya ofîsên partiyên ENKSê yên li Rojava bigire.

Endamê rêveberiya ENKSê, Nûrî Birîmo di vê derbarê de got;  li Rojava êrişeke berfireh li dijî ENKSê û hêzên siyasî yên Kurdistana Rojava tên kirin. Ev êriş û guvaş ji şewitandina alaya Kurdistanê bigire heta girtina ofîsa û baregehên me, girtina endam û alîgirên me diçe.

Nûrî Birîmo her wiha got, ew êriş û guvaş hemû di encama ferman û fişarên ku rêjîma Sûriyê û PKK didin PYDê.

Wî rayedarê ENKSê da zanîn, duh li bajarê Qamişlo bi sedan alayên rêjîma Sûriyê li ser avahiyan hatin bilindkirin lê alaya Kurdistanê hat şewitandin û got, em nizanin çima wisa dikin. Alaya rêjîma Sûriyê azad e lê ya Kurdistanê tê şewitandin û qedexe ye!