03:17:52
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya dijî DAIŞê Brett McGurk û şanda pê re kir ku ji Balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û Konsolê Amerîka li Hewlêr Ken Gross û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama di şerê DAIŞê de, spasî û pêzanînên Amerîkayê ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge û fermandehî û destpêşxeriyên Serok Barzanî dûpat kir û ji bo serkirdayetîkirina şerê têkşikandina terorîstên DAIŞê, destxweşî li Serok Barzanî kir û pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê yên Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de her wiha behsa operasyona azadkirina Musilê hat kirin û rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa hat şirovekirin. Nûnerê Serok Obama xweşhaliya xwe bi wê hemahengî û hevkariya bihêz ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de nîşan da ku di çarçoveya operasyona azadkirina Musilê de heyeû ragihand ku ev, berhema pêşniyar û nêrînên Serok Barzanî bûye û ji bo wê yekê jî bûye hewêna serkeftina operasyonê.