Print this page

Gerîllayên PKKê ciwanekî sînorê Amediyê kuştin

11:54:58

 

Rojava News: Gerillayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ciwanekî sînorê bajarê Amediyê ya parêzgeha Duhokê dikujin û sê hemwelatî jî bê serşûmin.

Duh êvari 03.12.2016ê pênc hemwelatiyên gundê Gîzê ya sînorê Amediyê bi armanca nêçîrê çûne navçeyên gundê Sêgirê.

Gerîllayên PKKê gule berdane wan pênc hemwelatiyane û di encamê de ciwanek bi navê Remezan Ebdal jiyana xwe ji dest daye, sê hemwelatiyên din jî bê serşûmin û hemwelatiyekê jî xwe veşartiye û piştre vegeriya ye gundê xwe.

Heta naha sedem û çawaniya kuştina wî ciwanî ji aliyê gerîllayên PKKê ve nehatiye aşkera kirin.

PKKê li sînorê Amediyê û Balinde ya parêzgeha Duhokê dest li ser 75 gundan de girtiye û hemwelatiyên wan gundane jî berdewam daxwaz li PKKê dikin ji gundan vekêşin, ji ber bûne hêvinê metirsiya giyana hemwelatiyan.