00:50:19
Rojava News: Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk dibêje; “Ji bo Kurdistaneke bi hez, pêwîste Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yekgirtî be.”
Brett McGurk (04-12-2016) li bajarê Silêmaniyê ligel Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û endamê Polîtbûroya YNKê Pawel Talabanî hevdîtinek pêk anî.
Nûnerê Obama li ser navnîşana xwe ya Twîtterê wêneyê xwe yê ligel Kosret Resûl û Pawel Talabanî belav kir û di bin de jî wiha nivîsî:
“Ji bo Kurdistanekî bi hêztir û têkbirina DAIŞê hevgirtin û yekrêziya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê, giring e.”
Hêjayê gotinê ye ku çend roj beriya niha McGurk ligel Cîgirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih jî hevdîtinek pêk anîbû.