6:36:13 PM
RojavaNews: Jineke ducanî Rojavayê Kurdistanê ku di xwepêşandana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji aliyê alîgirên PYD ve rastî lêdaneke tûnd hatibû û îro li nexweşxaneya Qamişlo zaroka wê ji ber çû.
Ferhan Hesen hevjînê Xalîse Resûl ji Rûdawê re ragihand ku hevjîna wî di dema êrîşa alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de li pêş ofîsa Partiya Yekîtî bû û ji ber lêdana tûnd a alîgrên PYD îro li nexweşxaneya Qamişlo zaroka wê ji ber çû.
Endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ferhan Hesen dibêje, PYD bi keviran êrîşî wan kir û jina wî ya ducanî ku zikê wê 8 mehî bû, bû armanca kevirên alîgirên PYDê û zaroka wê ji ber çû.
Roja înê 2yê Kanûnê komeke alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk êrişî xwepşandana Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li pêşberî Mizgevta Selman Elfarsî ya bajarê Qamişloyê kiribûn.