23:52:14
Rojava News: Şevê din li nêzîkî bajarê Dirbêsiyê 3 kes ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û çarenivîsa 14 kesên din jî nexuya ye.
Duh bi şev 17 kesan xwestibûn bi qaçaxî ji Rojvayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê belê li ser sînor li nêzîkî gundê Ebû Ciradê yê girîdayê Dirbêsiyê, ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve hatibûn girtin.
Li gorî agahiyan, di encama îşkenceyê de 3 kes ji wan girtiyan hatine kuştin û piştî kuştinê jî Artêşa Tirkiyê cenazeyê wan her 3 kesan avêtine aliyê din ê sînor û li hember gundê Ebû Ciradê.
Nasnameya wan 3 kes wisa hatiye ragihadin: Yehya Fêsel, Mihemed Elî Ni`emet, û Xalid Çekurro.
Ji aliyekê din ve hêj çarenivîsa 14 kesên din nexuya ye.
Ji ber girtina deriyên fermî yê sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, welatiyên deverê naçar dibin bi qaçaxî sînor derbas bikin, û gelek caran li ser sînor bûyerên girtin û kuştinê diqewimin.