23:59:50
Rojava News: Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Selah Ebu Kovan (Selah Yûnis) ku 6ê îlonê ji girtîgeheke Rojava hatibû berdan, li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Selah Yûnis îşev ji Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê gihîşt bajarê Amûdê yê Rojava û li gundê Til Hebeşê yê Amûdê ji aliyê girseyekê ve hat veşartin.
ENKSê piştî wefata Selah Yûnis bi daxuyaniyekê mirina wî piştrast kir û ragihand, ligel ku tuşî nexweşiya penceşêrê bû li girtgîha Rojava nehatiye dermankirin û ji ber şertên nebaş ên girtîgehê çavekî wî kor bûbû û nexweşî lê giran bûbû.
ENKSê di daxuyaniya xwe de, girtina siyasetmedaran bi tundî rexne kir û bang li hêzên navdewletî jî kir rê li ber kiryarên rêveberiya PYD bigrin.
Rêvebirê PDK-Sê 14ê Hezîran a 2016an ji aliyê asayîşa Rojava ve hatibû girtin û piştî zêdebûna metirsiya jiyana wî 6ê Îlon a 2016an hatibû berdan. Piştî serbest berdanê Selah Yûnis ku nexweşî lê giran bûbû diçe Hewlêrê û li wir tedawiya xwe didomîne ta ku 5ê Berfanbar a 2016an jiyana xwe ji dest dide.