Print this page

Xelkê Kobanî ji ber nebûna mazotê li ber sermaye ne!

11:50:48

 

Rojava News: Ji dema ku serma ketiye xelkê bajar u gundê Kobanî ji ber nebûna mazotê di sermaye de ne, ew dibê sedemek tund ji bo nerazîbûnê.

Li bajar û herêma Kobanî kirîza mazotê heye. Piştî çend rojan ji kirîza tund a tunebûna mazotê, hejmarek nişteciyên Kobanî xwepêşandanek li dar xistin û ji Rêveberiya Xweser daxwaz kirin ku mazotê ji wan re peyda bike.

Di encama tunebûna mazotê de, li Kobanî welatiyên bajêr nerazîbûna xwe nîşan dan û hin welatiyan xwepêşandane li bajarê Kubanî kirin û daxwaz ji Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê kirin ku mazotê ji nişteciyên Kobanî re dabîn bikin.