Print this page

Farqînê: Di teqînekê de zarokek birîndar bû!

23:50:55

 

Rojava News: Li bajarê Diyarbekirê navçeya Farqînê teqînek rû da zarokek birîndar bû.

Îro danê êvarê li navçeya Farqînê zarokekî 11 salî teqemeniyek dît û bi wê re leyîst. Di encamê de teqîn rû da û zarok birîndar bû. Zarokê birîndar li nexweşxaneyê hate rakirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin.

Dîsa 2 roj berê li bajarê Diyarbekirê navçeya Surê di encama teqînekê de bi heman şêweyê 2 zarok birîndar bûbûn.