Rojava News: Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê teqînek rû da kesekî canê xwe ji dest da kesek jî birîndar bû.
Li navçeya Nisêbînê dema ku, xopana avahiyên ku, ji ber şer û pevçûnan rûxiyane dihat vegûhestin teqîn rû da.
Di encamê de welatiyek bi navê Bayram Îlîk canê xwe ji dest da welatiyek din ê bi navê Gulamî Arar birîndar bû. Piştî bûyerê polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.
Li 6 taxên navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye.