Print this page

Hesekî: Hikûmeta Sûriyê navendeke nû ya Nifûsê vekir

Rojava News: Hikûmeta Sûriyê cihekî nû ji bo Saziya Nifûsê li nav çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Hesekê destnîşan kir, û niha karmendên nifûsê li wî cihê nû dest bi dewama xwe kirine.

Bi biryareke serokatiya Hikûmeta Sûriyê û bi serpereştiya Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Adil Dêrî, ku di vê dema dawiyê de serdana bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kiribû, navenda nû ya Nifûsa Hesekê hat vekirin.

Navenda nû ya Nifûsa Hesekê li nav avahiyên li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de hatiye vekirin.

Li gorî agahiyan, niha karmendên Nifûsa Hesekê, Mergeda, Hol, Til Birak, Erîşa, Bîr Hilû û Werdiyê dest bi karê xwe li wê navenda nû kirine.

Li vê navenda nû ya Nifûsê li Hesekê tevahiya belgeyên girêdayê karûbarên welatiyan têne derxistin, û xelkê deverê dikarin li wir nasnameya Sûriyê jî werbigirin.