11:48:47
Rojava News: Roja şemiyê pêşiya avahiya ofîsa Netewên Yekbûyî li bajarê Hewlêrê, hejmarek alîgirên ENKSê kom bûn û li dijî girtina siyasetvanên kurd, herwiha kirdar û siyasetên PYDê li Rojavayê Kurdistanê dirûşm bilind kirin û slogan gotin.
Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, roja şemiyê 10ê Kanûna 2016ê alîgirên Encumena Niştîmaniya Kurdistanê (ENKS) kombûneke nerazîbûnê li pêşberî ofîsa NY ya li Hewlêrê saz kirin.
Di wê kombûnê de, alîgirên ENKSê wêneyên girtiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de û hin dirûşmên li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê bilind kirin.
Serokê Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê Xalid Elî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku wan lîsteke dûr û dirêj di derbarê binpêkirinên PYDê de pêşkêşî nûnerê Netewên Yekbûyî yê li Hewlêrê kirin.
Xalid Elî herwiha got, şandeke ENKSê ji bo gihandina wan belge û zanyariyên derbarê binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê de, amade ye ku serdana Nûneratiya Giştî ya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bike û daxwazên xwe pêşkêşî Rêvebirê Mafên Mirovan ê di wê nûneratiyê de bike.
Elî tekez kir, ku herwiha ENKS amade ye ku bi pisporên taybet ên NY re derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê, hemahengiyê bike.
Kombûna ENKSê ya roja şemiyê di demekê de bû, ku roja şemiyê weke Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan hatiye nasandin