Print this page

Du parlementerên din yên HDPê girtin

12:00:42

 

Rojava News: Hêzên ewlehî yên Tirkiyê du parlementerên HDP(Partiya Demokratîk a Gelan) girtin.

 

Li gor agahiyên ku ajansa Anadola Tirkî belav kiriye îro danê sibê 13.12.2016ê hêzên ewlehî yên Tirkiyê parlementerên HDPê Çaglar Demiral û Besîme Konca li Ankarê girtin.

 

Çaxlar Demîral çîgirê serokê firakasiyona HDPê ye û Besme Kunca  parlementera Sîrtê li Kurdistana bakûrê ye.

 

Herdu parlementerên HDPê wek parlementerên din bi tometa piştevaniya PKKê girtin.