Print this page

Bi hezaran pêşmerge daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kirin!

12:05:52

 

Rojava News: Îro bi hezaran pêşmerge li dijî gotinên parlamentera Tevgera Gorranê Sirwe Ebdulwahid li bajarê Hewlêrê xwepêşandanek mezin saz kirin û gotinên wê weke bêrêzî û sivikatî derheqê malbatên pêşmerge û şehîdên Kurdistanê bi nav kirin. Pêşmergeyan daxwaza dadgahîkirina Sirwe Ebdulwahid kirin.

 

Bi Hezaran pêşmerge bi mebesta nîşandana nerazîbûna xwe li dijî gotinên parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid, li pêşberî Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê li hev kom bûne.

 

Fermandeyê Hêza Pêşmerge ya Gulanê Mensûr Barzanî di nava pêşmergeyên xwepêşander de amade bûye û bi navê Pêşmerge ve li bal Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê dozeke yasayî li dijî parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid vedike.

 

Pêşmergeyên ku li pêşberî avahiya Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê xwepêşandan kirine, bi gotina dirûşmên netewî daxwaza dadgahîkirina Sirwe Ebdulwahid dikin.

 

Sirwe Ebdulwahid roja 8ê Kanûnê ragihand: “Qaşo min du bernameyeke televizyonî de behsa jinên pêşmerge kiriye û min gotiye ku neçarin ji ber hejariyê laşê xwe bifiroşin. Di demekê de ewa ku min gotiye, bo berevanîkirin li şikomendiya pêşmerge û xêzanên şehîdan bûye û wan bi enqest bi tevlihevkirinê wergerandiye.”

 

Parlamentera Gorranê herwiha daxwaza lêborînê jî kiribû û gotibû: “Min di gotinên xwe de bi zelalî got, xemsarî û neberpirsatiya partiyan li gel xelkê û xêzanên şehîdan, bi şêweyekê ye ku heta hinek ji xêzanên şehîdan neçarin xwe bifiroşin, mebest ji firotinê jî, erzankirina nirx û vîjdan û şikonebdya şehîd û xêzanên wan e, ku niha ji ber rêvebirineke şaş a aborî û ji ber kêberiyên siyasî, hin xelk hatine neçarkirin, vîjdan û şikomendiya xwe ji dest bidin.”