12:37:14
Rojava News: Rêveberê dezgeha rewşenbîrî û hişyariyê yê wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ragihand ku em dilgiranin li hember hemû daxuyanî û sivikatiyên ku berê jî bo pêşmerge hatiye kirin.
Emîd Helgurt Hîkmet di nav xwepêşanderên pêşmerge de aşkere kir ku fermangeha yasayî ya wezareta wan yê îro dozê li hember parlementera Gorranê veke.
Îro beşek ji pêşmergeyan li ber deriyê dadgeha giştî ya Hewlêrê li dijî sivikatîkirin bi pêşmerge û malbatên şehîdan ji aliyê parlementera Gorranê, Sirwe Ebdulwehîd ve xwepêşandan kirin.
Helgurd Hîkmet amaje dike ku xwepêşandan tenê dijî daxyaniyên Sirwe Ebdulwahîd nînin belkû dijî hemû wan tometên û sivikatiyên berê ku ji wan re hatine kirinin û berê niha jî hinekan pêşmerge bi milîs binav kirine ku pêşmerge bi ti yasa û pêverek navnetewî milîs nînin û bi awayeke serkeftî jî, li dijî rêxistina DAIŞê şer dikin.
Di demekê de ku hejmarek parlementer û berpirsên Gorranê di dem û şûnên cude de pêşmerge wek milîs binavkirine û malbatên şehîdan jî bi xwefiroş tometbar dikin û ev yeke bûye sedema dilgiranî û nerazîbûnê .