13:55:43
Rojava News: Çekdarên PKKê yên li Şingalê, li pêşiya xelkê Şingalê astengiyan derdixin û nahêlin ew bi hêsanî karên xwe bikin.
Endamê encumena bajarê Şingalê yê Kurdistana Başûr, Xelef Qasim ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê bi şev kemîn û xalên kontrolê datînin pêşiya xelkê Şingalê.
Xelef Qasim her wiha got, xelk ji tirsa wê ku dê ji aliyê PKKê ve bên revandin, newêrin bi şev derkevin derve.
Wî rayedarê Şingalê anî ziman ku PKK dixwaze alozî û duberetiyê bixe nav xelkê Şingalê.
Heta niha gelek caran xelkê û rayedarên Şingalê gotine, hebûna PKKê li Şingalê bo ser jiyana wan metirsî ye lewma divê ew ji wir derkevin lê PKK guh nade wan.