Print this page

Firaksyona PDKê li dadgehê gilî li wê parlamentera Gorranê kir

14:01:19

 

Rojava News: Du parlamenterên PDKê, wek malbatên şehîdan li dadgehê gilî li parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd ya ku heqaret li Pêşmerge û malbatên şehîdan kiribû, kirin.

 

Du endamên firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, îro li dadgeha Hewlêrê gilî li wê parlamentera Gorranê ya ku heqaret li Pêşmerge û malbatên şehîdan kiribû, kirin.

 

Yek ji wan parlamenteran bi navê Heyat Mecîd Perxî derheqê vê yekê de got, me li dadgehê gilî li wê parlamentera Gorranê kir çimkî wê heqaret li Pêşmerge û malbatên şehîdan kiribû.

 

Wê parlamentera PDKê her wiha got, diviya hemû partiyên siyasî li hember wê parlamentera Gorranê nerazîbûn nîşan bidana çimkî wê heqaret li tiştên pîroz ên hemû kurdan kiriye.

 

Wê endama firaksyona PDKê bang li parlamentoya Iraqê jî kir, parêzbendiyê li ser wê parlamentera Gorranê rake.