Print this page

Balyozê berê yê Amerîka: Kurd hêjayî dewleta serbixwe ne

13:26:02

 

Rojava News: Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê, Zelmay Xelîlzad dibêje, kurd jî mîna hemû gelên cîhanê hêjayî dewleta xwe û serxwebûna xwe ne.

 

Îro li li bajarê Duhokê û li Zankoya Amerîkî-Kurdistanê, konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Firsend û Asteng” vebû.

 

Di konferansê de, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek rayedarên din ên Kurdistanê û mêvanên navdar ên biyanî beşdar bin, balyozê berê yê Amerîka li Bexdayê Zelmay Xelîlzad jî gotarek pêşkêş kir.

 

Zelmay Xelîlzad diyar kir ku çavên hemû dinyayê li ser Kurdistan û kurdan e ji ber wê jî divê kurd xwe ji guhertin û pêşhatan re amade bikin. Hinek hêz li Iraqê dibêjin, piştî DAIŞ kurd dê bibin metirsî li ser Iraqê, divê kurd bikarin bersiva vê yekê bidin.

 

Xelîlzad her wiha got, ez pir hez dikim kurd bibin xwedan dewleta xwe çimkî kurd jî mîna hemû gelên din ên cîhanê hêjayî vê yekê ne, hêjayî wê ne serbixwe bibin. Gelo niha dema wê ye kurd serbixwe bibin? Bersiva pirsê ne hêsan e û divê kurd li ser vê yekê gotûbêj bikin.

 

Wî kevnedîplomatê Amerîkî anî ziman ku hinek welat di heyama borî de serxwebûna xwe ragihandine lê nekarîne aliyên xwe yên erênî pêş bixin, lê Kurdistan di rewşa niha de gelek aliyên wê yên baş û erênî heye.

 

Zelmay Xelîlzad destnîşan kir ku divê kurd pilaneke mukum bo serxwebûnê danên û tiştên biçûk bidin aliyekî û got, dema Amerîka serxwebûna xwe ragihand tenê ji 3 pişkan pişkeke xelkê Amerîka alîgirê vê yekê bûn. Ji ber wê jî dema we serxwebûna Kurdistanê ragihand divê hûn hesabê nifşa ku hîn ji dayîk nebûye jî bikin.

 

Konferansa serxwebûna Kurdistanê dê du rojan bidome.