22:03:07
Rojava News: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de li zanîngeha Amerîka Kurdistan – Dihokê de li ser siyaseta hikûmetê bo çaksaziyê û her weha di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de behsa hin xalen girîng kir.
Ji bo Herêma Kurdistanê got; pêwîst e siyasetekê li ser wê bingehê çaksaziyê bê danin.
Li ser Rojavayê Kurdistanê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew destêwerdanê di karûbarên wan yên navxweyî de li Rojavayê Kurdistanê nakin, lê tiştê ku ew dixwazin ew e, ku miletê Kurd li Rojava di çarçoveya wî welatî de bigihin mafên xwe.
Herwiha Barzanî got: “Destihilata ku li Rojavayê Kurdistanê destihlateke dîktatorî ye û tiştê tîne li ser miletê Kurd li wê derê Beşar Esed bixwe jî ne aniye serê wan.”
Barzanî got jî, divê bi birayetî derfet bo hemûyan were dayîn, da ku bi hev re bijîn û bi hev re pêşeroja wê deverê îdare bikin. Barzanî got jî, heta ew desthilata li Rojavayê Kurdistanê dîlê PKKê ye, ti pêşerojekê li Sûriyê nabînin.
Ji aliyê din ve Barzanî herwiha behsa hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê kir û da xuyakirin, ji bo xelk vegere ser cih û malên xwe û Şingal cardin were avedankirin, pêwîst e PKK ji wê devera Başûrê Kurdistanê derkeve,