22:37:37
Rojava News: Civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî got; “Ew neteweyên bê dewlet herdem rûbirûyê komkujiyan dibin.”
Îro 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” tê sazkirin.
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî di konferansê de axaftinek kir û got; “Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di salên 1920ê de, bi pesendkirina civata neteweyan Kurdistan hate perçekirin. Mafê gelê kurd hate desteserkrin û dizîn. Ev sed sal in pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Navê pirsgirêkê ev e.”
Beşîkçî diyar kir, ku niha li Kurdistanê sînorên ne pêwîst hene û wiha berdewam kir;
Lê 5 sînorên din hene ku pêwîstiya van sînoran nedikir. Ma sînorê Tirkiye û Iraqê, tirk û erban ji hev cuda dike? Nexêr, kurdan parçe dike. Ma sînorê Îran û Iraqê kî ji hev cuda dike? Ereb û farsan? Nexêr, kurdan parçe dike. Sînorê Sûriyê û herwiha yê Îran û Tirkiyê jî wiha ye.”
Beşîkçî amaje bi mêhtîngeriya ser Kurdistanê kir û got; “Zilm û zorî li mêhtîngeriyên bi pêkve zêdetir e yan yên li dûrê hev. Bêguman li pêkve zêdetir e.”
Îsmaîl Beşîkçî balkişande ser karesata Şingalê ya ji destê DAIŞê û destnîşan kir, “Ew gelên bê dewlet herdem rûbirûyê komkujiyan dibin.”
Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cigirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad û berpirs û siyasetmedar jî amade ne.