03:55:57
Rojava News: Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro dibêje, ew çeka ku niha di destê PYDê de ye, rêjîma Sûriyê daye destê wê.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, îro li bajarê Duhokê û di konferansa serxwebûna Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û li ser rewşa Kurdistana Rojava axivî.
Îbrahîm Biro derheqê rêveberiya Rojava de ku di destê PYDê de ye, got, hinek dibêjin kurd li Rojava xwedan rêveberiya xwe ye lê mixabin PYDê wisa li me kiriye ku ruxmî 60 sal xebata me, em niha parçe bûne û ji bona mafên xwe û demokrasiyê bûne opozîsyon.
Serokê ENKSê her wiha got, piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir kurd jî tevlî bûn. Gelek rêkeftin di navbera hêzên kurdî de hatin kirin. Lê hêzeke kurdî çek hilda û PKK hêzên xwe derbasî Rojava kir. Ya baş ew bû ku kurdên Sûriyê bixwe herêma xwe biparêzin. Lê mixabin hêzeke kurdî çek ji rêjîma Sûriyê stand û pêşiya vê yekê bû asteng.
Îbrahîm Biro anî ziman ku PYDê heta niha tiştek bo kurdan nekiriye û got, lê em dizanin çi aniye serê kurdan û heta niha jî ew zehmetî didomin.