07:45:00
Rojava News: Komeleya Roja Zêrîn ya ku beriya demeke kurt li Stenbolê hatibû avakirin, ji bo piştgiriya zarokên Kobanê bernameyek li darxist.
Şeva ku li Şivîn Cafeyê hate birêveçûn bi beşdariya hejmarek kurdên ji herçar perçeyên Kurdistanê dest pê kir.
Armanca bernameyê berhevkirina alîkariyê ji bo pêdiviyên zivistan û dibistanê ên zarokên Kobanê bû.
Di bernameyê de çend hunermend jî amadebûn û stran, helbest û standupên xwe pêşkêş kirin.
Rêvebirên komeleyê dan zanîn ku ewê di demên pêş de li Stenbol û hin bajarên Ewropayê bernameyên mezintir bi heman mebestê lidar bixin.