Print this page

Pisporê ziman Bêhrûz Şûcaî: Gotara partiyên Bakûr bi tirkî ye

07:52:31

 

Rojava News: Li Ameda Bakûrê Kurdistanê li Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî, semînera bi navê “Siyaseta Zimên a Kurdên Bakûr” birêve çû. Lêkolîner û pisporê ziman Bêhrûz Şûcaî di semînerê de gotarek pêşkêş kir. Şûcaî helwesta aliyên siyasî yên Bakûr rexne kir û amaje bi wê yekê kir ku hizbên siyasî yên Bakûr ziman weke amrazekê dibînin.

 

Îro di saet 14:00an de  li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Amedê bi beşdariya çalak û xwînerên kurdî semînera bi navê “Siyaseta Zimên a Kurdên Bakûr” hat li darxistin.

 

Akademîsyen û zimannas Bêhrûz Şûcaî di semînerê de gotarek pêşkêşî beşdaran kir. Di gotara xwe de Şûcaî, bala beşdaran kişand ser ziman û erkên wî.

 

Şûcaî behsa rewşa ziman li Bakûr jî kir û rave kir ku tirkî tesîreke zêde daniye ser kurdiya kurmancî û çîna navîn a civaka kurdî roj bi roj ji kurdî dûr dikevin.

 

Di beşeke din a semînerê de, Şûcaî rexne li partiyên siyasî yên Bakûr kir û aşkere kir ku gotara siyasî ya hemû partiyên kurd li Bakûr bi tirkî ye û ew, kurdî weke amrazekê dibînin. Şûcaî wiha berdewam kir: “Çi partiyên çep çi jî partiyên rast, gotara hemû partiyên kurdên Bakûr bi tirkî ye. Kampanyayên wan ê ji bo geşkirin û pêşxistina kurdî jî bi tirkî ne!”