13:10:32
Rojava News: Ji ber pêla berf û barana vê hefteya dawiyê, li piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê pileya germê ket bin sifirê. Pileya herî nizim jî weke bin sifirê 14 pile hate tomarkirin.
Li gorî amarên Rêveberiya Keşnasiyê, şeva derbasbûyî, li navçeya Hecî Umran a Hewlêrê, pileya germê 14 pile bin sifirê de bûye.
Herweha heta niha li Hewlêrê 91 milîm, li Silêmaniyê 181.7 milîm, li Duhokê 109.3 milîm, li Kerkûkê 63.1 milîm û li Helebceyê jî 94.2 milîm baran bariye.